{"product_id":"fonolojiya-zazaki","title":"Fonolojîya Zazakî","description":"\u003cdiv\u003eDi navbera mirovan de ji bo ragihandinê enstrumana herî giring ziman e. Pergala ku di navbera mirovan de ragihandinê pêk tîne ziman e. Bi ziman civak li ser lingan dimînin û ziman e ku rê li ber wê civatê vedike ku ew hebûn û kesayetîya xwe bidomîne. Bi rêya veguhestina bi nifşan re dewama hêmanên çandî yên ku ji bîra kolektîf pêk tên, dîsa ziman dabîn bike.\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003eXebatên ziman ne tenê xebatên zimannasîyê ne. Hemû zanistên ku bi mirovan re têkildar in, bi awayekî bi ziman re jî eleqeder in û tiştinan li ziman zêde dikin. Lewra ziman dorpêçker e û bi hemû zanistan re têkildar e. Ji ber vê yekê xebatên derbarê ziman de ne tenê xebatên zimannasîyê ne, herwiha xebatên hevpar yên li ser gelek binbeşên zanistî ne.\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003eFonetîk û fonolojî du binbeşên zimannasîyê ne ku têkîlîyeke zexm di navbera wan de heye. Zimannasîya ku gelek binbeşên wê yên din hene, ji pêvajo û pêkhatina dengê mirovan heta bidawîbûn û watedayînê pêk tê. Deng û guherinên dengan du mijarên bingehîn in ku ji hêla her du binbeşên zanistê ve tên vekolîn. Ji ber ku deng bi xwe pirhêli ne gelek qadên xebatê yên fonetik û fonolojîyê, bi awayên cuda li ser wan dixebitin. Her qadeke xebatê di nava zanista xwe de dikare bê nirxandin lê di navbera van qadan de têkîldarîyeke xurt heye.\u003c\/div\u003e","brand":"Vate Yayınevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60969213526346,"sku":"vate150","price":24.5,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/fonolojiya-zazaki.jpg?v=1769647300","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/en\/products\/fonolojiya-zazaki","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}