{"product_id":"hestname","title":"Hestname","description":"Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e... Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e... Dewya her tiștî heye... Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe... Dibêje: “Ew rojê jî bê:\r\n\r\nDayîka min a dilovan,\r\nBelkî ez û tu hevdu nebînin.\r\nGer... hetanî şerê me serket,\r\nKu me dijmin ji welat derxist,\r\nSerê berdevkên wan pelaxt.\r\nÛ dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê,\r\nJi şax û latan, daketin kolan û sûkan,\r\nTu jî li rêza şervanan bigere,\r\nDi wê roja şahî û bendewar da...\r\n...Ger te ez nedîtim,\r\nDivê tu negirî û nelûrînî.\r\nDilşah û bextewar bî.\r\n...Bila ew çax dayîkên şehîdan,\r\nLaçikên reş ji serên xwe bavêjin,\r\nŞarên spî girêdin,\r\nKincên rengîn li xwe kin.\r\nJi bo ku welatê me azad bûye.\r\nKedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye,\r\nû ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet,\r\nLi nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî...\r\n\r\n\u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/eskere-boyik\/\"\u003eDr. Eskerê Boyîk\u003c\/a\u003e","brand":"Doz Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60969203204426,"sku":"doz103","price":16.58,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/hestname.png?v=1769646851","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/en\/products\/hestname","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}