{"product_id":"sex-mehmude-hefidzade-di-belgenameyen-fransaye-de","title":"Şêx Mehmûdê Hefîdzade Di Belgenameyên Fransayê De","description":"\u003ch2\u003eŞêx Mehmûdê Hefîdzade Di Belgenameyên Fransayê De\u003c\/h2\u003e\r\n \r\n\u003cdiv class=\"product-detail\"\u003e\r\n\r\nPiştî Şerê Cîhanê yê yekê, Şêx Mehmûd yek ji kesayetîyên yeke- min yê hereketé neteweyî yê kurd û di eyni wexti de jî sembolé neteweyî yê neteweyekî yê dijî bi mezintirîn û pirrçektirîn dewleta koloniyalist ya cîhanê. Dema ku mirov li wî dinêre çawan ev serok bi wî ruhé kurdîtiyê li hemberê mezintirín dewleta cîhanê şer kiriye û hetta di nav zindanê de û ji roja dadgehê heta mirinê jî rika xwe ya zêde li hemberé ingilizan neveşartîye, mirov fehim dike ev serok bi rasti her bi kurdi jiyaye û her bi kurdî jî mirîye. Lê ev nabe tu wextê bê wê manayê ku Şêx Mehmûd -weki her serokekî din- di jiyana xwe ya siyasî de şaşî nekiribe û ji bo bûye- ran tez û xwendinên şaş nekiribe.\r\n\r\nDîroka Şêx Mehmûd û dîroka avakirina dewleta (Iraq)ê û siyaseta koloniyalizmê ya Britanyayê li navçeyê îhtimal e ji hev nayê cihê kirin. Ne bêsûd e heke em vê bêjin ku Ingiliz di dawîya nîvê yeke yê sedsala 19an de gelek bi germi dijîtîya hemî hewleke neteweyî ya kurdan kirîye û îhtimal e heta destpêka dawîya Şerê Cîhanê yê Yekê de, Ingilîz gelek ji İmparatoriya Osmanî û Qacarî zêdetir dijîtîya pirsa kurd kirîye û di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekê de jî raste rast îhtimal e ji hemî gelekî zêdetir guleyên topan û firokeyên şer û hemî awa çekan li dijî kurdan bikar anîbe.\r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Peywend Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60969208742218,"sku":"peywend0216","price":6.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sex-mehmude-hefidzade-di-belgenameyen-fransaye-de.png?v=1769647103","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/en\/products\/sex-mehmude-hefidzade-di-belgenameyen-fransaye-de","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}