{"product_id":"gilgames-u-enkido","title":"Gilgameş û Enkîdo","description":"Ji dema ku Destana Gilgamêş hat dîtin di sala 1849 de û ta niha ramyar û lêkolînerên cihanî lê vedigerin û berdewam heyberên (subject) nû tê de dibin. Ji berku home epic gavek ji gavên yekem e di warê despêka zanistiya ademîzadiyê de, Lêkolînerên ewropî dibêjin ku vê destanê bandoreke mezin li kultura cihana kevnar kir. Dîroknasên classic diyar dike ku Homer (Homer) herdû stanên xwe yên navdar; Ilyade (Iliad) û Odesa (Odyssey) di hezar bandora destana Gilgamêş de nivîsî.\n\n Gava mirov û destanê dixwîne, ew rû bi rû li hember hestên xwe yên despêkê disekine. Lewra min di ve pirtûka xwe de got: Di her mirovekî de Gilgameşek heye û Enkîdoyek heye. Bêguman hewildana van herdu lehengan ew ta niha hewildana hemû mirovan e. Nemaze di zarokiyê de gava mirov dest bi zanistiyê dike û di kalbûnê de gava mirov li ber deriyê mirinê radiweste.","brand":"Weşanxaneya Şilêrê","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954664698186,"sku":"siler4","price":12.62,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/gilgames-u-enkido.jpg?v=1769532803","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/ku\/products\/gilgames-u-enkido","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}