{"product_id":"serha-bermahiya-diwana-eliye-heriri","title":"Şîrove Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî","description":"\u003ch2\u003e Şîrove Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî\u003c\/h2\u003e\n\n Eliyê Herîrî yek ji pêşengên şa'irên klasîk ên Kurd e. Jîn û serpêhatiya wî jî wekî ya gelek zana û edîbên Kurd bi berfirehî nehatiye zanîn. Tiştê ji wî gihîştiye me bi tenê deh şi'rên wî ne!\r \nÇavkaniya yekem a ku qala Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel şa'irên me yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran- aniye ziman. Lê tu agahî derbarê wî jî nedaye. Piştî Xanî, ji 150 salî zêdetir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê wî de daye Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî, behsa heşt şa'irên klasîk ên Kurmanc kiriye û gotiye: “Şa'irê pêşîn ji wan Eliyê Herîrî ye, dîwançeyek wî heye, şi'r û beytên wî di nav Kurdistanê de qewî zêde navdar û me'rûf e.\n Herîr jî gundek e li ser navçeya Şemzînana Sencaxa Hekariyan e. Û (Herîrî) di nav gundê Herîrê de bured e.”\r \nHerîrî di şi'rên xwe geh navê xwe yê rastîn -Elî- nivîsiye û geh jî mexlesa xwe ya Herîrî. Ji hinek cihên şi'ra wî, Eşkere bottom ku devoka wî, bi ser devoka 'eşîra “Sûrçiyan” ve diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê Kurmanc û Soranan. Zaravayê wan di binyat de Kurmancî ye, lê hinek peyvên Soranî jî di nav de hene.\n Di vê mijarê de Tehsîn Îbrahîm Doskî jî gotiye, Herîrî ji destxet û keşkûlên kevn berhev kirine û navê wê “Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî” lê kiriye. Doskî, di xebata xwe de pêşî metnê eslî yê helbestekê hemî dane; Paşê beytên wê yek bi yek rêz kirine, li hezarê her beytê hinek peyv û îstîlah îzah kirine û paşê jî ew beyt şirove kiriye.\n Herweha di vê xebatê de, sûdjêwergirtî jî li dawiya Dîwançeyê wek faksîmîle hatiye bicihkirin","brand":"Nûbihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954575733066,"sku":"NUBIHAR306","price":10.1,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/serha-bermahiya-diwana-eliye-heriri.jpg?v=1769532343","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/ku\/products\/serha-bermahiya-diwana-eliye-heriri","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}