{"product_id":"adarok","title":"Adarok","description":"\u003cspan class=\"info__text\"\u003eNêrgizê destê xwe ber bi Çiyayê Varîçê ve dirêj kir û ji Adarokê re got:\r\n“Keça min, tu dibînî berf hinekî din jî heliyaye. Bila hinekî din jî bihele, em ê wê çaxê dîsa bi hev re biçin Adarokê.”\r\nAdarokê ji diya xwe pirsî:\r\n“Dadê, berf heta ku derê bihele em ê biçin Adarokê?”\r\nNêrgizê got:\r\n“Keça min, dema ku reşahî gihîşt Girê Berxan, em ê wê çaxê biçin. Tu dibînî jixwe zehf nemaye.”\r\nAdarokê dîsa ji diya xwe pirsî:\r\n“Dadê, ma çima em niha naçin Adarokê?”\r\nNêrgizê got:\r\n“Keça min, niha zû ye. Hewa hê jî sar e. Her tişt di wextê xwe de xweş û baş e. Ka were em herin, ez niha porê te şeh bikim û ji te re behsa Adarokê bikim.”\u003c\/span\u003e","brand":"Sîn Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60969205530954,"sku":"aryen083","price":8.58,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/adarok.jpg?v=1769646968","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/products\/adarok","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}