{"product_id":"kurd-nise-u-nerin","title":"Kurd - Nîşe û Nêrîn","description":"Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala 1915an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin. Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna kurdan li herêmên cuda, dîrok, kevneşopî, çîn û şêwejiyana wan, ziman û zaravayên pê diaxivin, (dest)nivîs û berhemên wan ên wêjeyî, olên ku baweriyê pê tînin, xeysetên wan ên giştî, pirsgirêk û pêwendiyên wan bi miletên cîran re, rewşa jinên kurd û rewşa kurdan li Rûsyayê.\r\n\r\n“Ev in melûmatiyên dîrokî li ser kurd û Kurdistanê. Dûrbûna ji hev, tunebûna yekîtiyê, gelek caran bi rewşa cografî ve tên makkirin. Ew ku bi zincîreçiyayên bêgêdûk, newal û deştan û bi çemên gur ji hev qetiyayî, rewşa cihêtiya siyasî û rabûn-rûniştina derebegiyê di nav wan de peyda bûye. Lê hesîna bi azadiyê û serbestiyê hê mezin bûye, ketiye nav heyîna kurdan gişkan û bi piranî jî di dîroka bizavên wan de diyar dibe. Divêt wisa jî em ji ber çavan winda nekin hukmê kurdan ê giştî li ser destpêka çanda wan çiyayan, yên ku niha ew lê dijîn.”","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954093224266,"sku":"AVESTA286","price":5.96,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/kurd.jpgggg.jpg?v=1769527567","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/products\/kurd-nise-u-nerin","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}