{"product_id":"lirika-berbange","title":"Lîrîka Berbangê","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eLîrîka Berbangê- Mewlûd Oguz\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cdiv class=\"product-detail\"\u003e\r\n\r\n“Ev maweyek e bi baldarî bala min li ser şi’ra me ye ku bi min qedr û qîmetê ristin û lihevanîna ahengê ya digel hizr û fikrê piçekî bi aloz dixuye. Ev jî rê nade ku avahiyeke şi’rê ya bi rêkûpêk bilind bibe. Lew şi’r ne tenê ji ruhsarî û çawaniya wê tê. Divê derd û xemeke şi’rê hebe ku bixwaze bo destnîşankirin û çareseriya wê jî hewl bide. Ku mebest ev be nexwe divê ‘duh’ jî bibe parçeyekî vê prosesê û li gor çarçoveya ‘duh-niha û sibe’ dirûv û teşe bigire. Bi kurtî şi’ra dahatûyê dê bi berhevanîn (total) û berdewamiya giştî pêk were.\r\n\r\nDema bi hûrgilî û bi baldarî xwe bera hundirê şi’ra \u003cstrong\u003eMewlûd Oguz\u003c\/strong\u003e didî tu li vê rastiyê diwerqilî, tu dibî şahidê vê helwesta wî ya ku her bi silavdayîn û ji deynkirina peyvekê pêk tê. Ew bi xwendin û serdana xwe ya li dibistana yên beriya xwe, rist û şi’rên aram bi teql û efsûn lêdike. Wek ku bibêje, dixwazim şi’ra xwe bikime ‘nîzam û întîzamê.’\r\n\r\n\u003cstrong\u003eMewlûd Oguz\u003c\/strong\u003e, bi ferhengeke henûn, dengekî aram û nerm û bi hizra xwe ya ku wek şekirê çayê têkelî ristan bûye, mizgîniya şa’irekî ji me û xweser û resen radigihîne me; bi kêrên porê xwe, lîrîka berbangê, bîstanê stêran, şekirsêvekê, berberoya di rukûyê de, lêkereke kesk, hokereke sor, helwesteke pola, desthilata saadetê û hwd. ew hêma û lihevanînên vê rastiyê ne. ‘Lîrîka Berbangê’, çi civakî, çi takekesî, rengê coş û peroşiya me ye. Min bi tahm û zewqeke xweş şi’rên di vê pirtûkê de xwendin. ‘Pêjna lingê şairekî baş’ ji wan tê…”\r\n\r\n\u003cstrong\u003e\u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/niviskar\/berken-bereh\/\"\u003eBerken Bereh\u003c\/a\u003e\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61129624486218,"sku":"avesta626","price":7.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/lirika-berbange.jpg?v=1771402015","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/products\/lirika-berbange","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}