{"product_id":"tu","title":"Tu","description":"\u003cdiv class=\"ozet\"\u003e\r\n\r\nTu romana tenêtiyê; romana rojên êş, azarî û keserkûriyê ye. Digel vê yekê, romana rojên ku rê û rêçekê li ber nivîskariyê vedike. Di rojên weha de pencereyek, dermanek, çareyek û ronahiyek divê; ji wî kesê hêvîdar ê ku di nav tarî û qirêjiya girtîxanê de ye. Lehengê romana Tu, xwe berdide nav rehên dewlemendiya tarîx, çand, kultir, ziman û folklora kurdî û pê de dihere; dibe nêçîrvanê peyv û gotinên zimanê kurdî, pê nefesê digire û dide. Di nav vê jiyana girtîxana bedbîn û dijwar de kêzikek dibe hevalê wî. Bûyer û serpêhatiyên dihu yên zarokatî û çîroka dapîrê dibin dîmenên rengîn û pastoral ên romanê. Serborî û motîfên rojhilat, bi teknîkên edebî yên rojava tên hûnandin. Ziman, kultir, folklora gelêrî, mîmarî, serpêhatî û kevneşopiya kurdan a cografîk, wekî wêneyekî kevnare hatine raxistin li ber çavan di vê romanê de. Dema roman bi dawî dibe, tehma jan û keseran a bi hêviyeke xurt veguheziye serkeftineke nefsbiçûk, ji dilê meriv diniqute. Tu destpêkek e û mizgîniya xurtbûna berhemên li pey xwe dide me.\r\n\r\n \r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Sel Yayıncılık","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953284608330,"sku":"SEL009","price":11.69,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/2_1735715563576323.jpg?v=1770410929","url":"https:\/\/admin.makpirtuk.de\/products\/tu","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}